Çeteyên dewleta Tirk alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê didizin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê ji navçeya Cindirêsê re têne şandin, didizin.

Çeteyên dewleta Tirk alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê didizin
Çeteyên dewleta Tirk alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê didizin
Çeteyên dewleta Tirk alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê didizin
Çeteyên dewleta Tirk alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê didizin
11 sibat, 2023   08:22
ŞEHBA

Li nvaçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, tîma Parastina Sivîl a girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hinceta ku tu kes di bin kavilan de nemane, xebatên rizgarkirinê sekinandin û ragihand ku dest bi xebatên derxistina cenazeyan kiriye. Çavkaniyên di hundirê navçeyê de diyar kir ku hîna bi dehan malbat di binê kavilan de mane û çete nahêlin şênî nêzîkî wan bibin.

Li gorî daneyan, ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da, navçeya Cindirêsê ji sedî 80 wêran bûye.

Çavkaniyên li navçeyê ji ANHAʹyê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk avahiyên hilweşiyayî li hev parve dikin û tiştên di bin kavilan de didizin.

Duh (în) jî li Efrîn, Ezaz û Babê yên dagirkirî komên çete li ser parvekirina alîkariyên ku ji mexdûrên erdhejê yên Cindirêsê re têne şandin, bi hev ketin.

Dewleta Tirk a dagirker nahêle alîkarî derbasî herêmên dagirkirî bibe ku erdhejê bandor lê kiriye.

(bb)

ANHA