Li Babê 4 çete hatin kuştin

Li bajarê Babê yê dagirkirî di encama êrişekê de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li Babê 4 çete hatin kuştin
11 sibat, 2023   08:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh komeke çekdar êriş bir ser benda kontrolê ya Qenqoyî ya çeteyên Sultan Silêman Şah a li ser rêya Berşaya ya bakurê devera Qebasîn a bajarê Babê yê dagirkirî.

SOHR’ê diyar kir ku di êrişê de 4 çeteyên Sutlan Silêman Şah hatine kuştin. Koma çekdar jî ku nayê zanîn girêdayî kê ye, piştî êrişê reviya.

(bb)