​​​​​​​Bi salvegera yekemîn a şerê Rûsya-Ukraynayê re rewş ber bi ku ve diçe?

Rûsya li hember hewldana dewletên rojavayî yên dayîna tankan ji Ukraynayê re bi hêrs bû û wekî gefeke yekser hesiband. Bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a tevgera leşkerî ya Rûsyayê re, ev yek li ser pêşketinên li Ukraynayê, armanca rojavayiyan ji vê piştgiriyê û helwesta Rûsyayê li hember wê yekê, pirsan derdixe holê.

​​​​​​​Bi salvegera yekemîn a şerê Rûsya-Ukraynayê re rewş ber bi ku ve diçe?
11 sibat, 2023   03:20
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Hindik maye ku tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê sala xwe ya yekemîn bi dawî bike. Şerên dijwar û xîtaba leşkerî di navbera Moskov û dewletên rojavayî de dewam dikin. Dewletên rojavayî çekên giran mîna tankan didin Ukraynayê. Vê yekê Rûsya û serokê wê Pûtîn bi hêrs kir. Pûtîn, şandina tankan ji Ukraynayê re şiband êrişên bi tankên Almanyayê yên di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de yên li dijî bajarên Yekitiya Sovyetê.

Bikaranîna tankan di şer de guhertineke nû ye. Çavdêr dibêjin ku gihîştina wan tankên nû ji artêşa Ukraynayê re dê berê şer ji bo berjewendiya artêşa Ukraynayê bide guhertin, sedema hêrsa Rûsyayê jî ev e.

Li gorî şîroveyan, artêşa Rûsyayê piştî xwevekişandina ji gelek bajarên ku berê dest danîbû ser, şerê jihalxistina hêzên Ukraynayê dide meşandin. Wê yekê bi rêya teknîkên leşkerî yên pêşketî, bêyî beşdarkirina mirovan di şer de, dike. Lê bi bikaranîna tankan re, dê guhertinek di hêza artêşa Ukraynayê de çêbe ku dê li hember stratejiya şerê jihalxistinê yê Rûsyayê bisekine.

NÎŞANEYEKE XETERNAK

Pisporê kar û barên Rûsyayê Dr. Muslim Şeîto ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku dayîna tankan ji Ukraynayê re ne gava dawîn, ne jî ya yekemîn e û got: “Vegera tankan nîşaneyeke xeternak e. Dê li hember heman hêzên berê Almanya têk birine, şer bike. Rûsya xwedî gelek derfetên bersivdayînê ye.”

Şeîto destnîşan kir ku armanc ji alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê ne leşkerî, lê aborî ye û Washington bi rêya wê hewl dide şer û rewşa ku Ewropa gihaştiyê, bi kar bîne. Şeîto anî ziman ku heta niha DYA herî zêde sûdê ji vê şerî digire û wiha dom kir: “Sermayaya Ewropayê û kargeh ji bo Amerîkayê hatin veguhastin. Êdî dewletên Ewropayê, kel û pelên leşkerî yên Amerîkayê bi kar tînin. Ev yek feydeyê li Amerîkayê dike û bandorek neyînî li Ewropa, Ukrayna û Rûsyayê dike. Bandorê ji Rûsya zêdetir li Ewropayê dike. Ji ber ku Rûsya amade bû û ji aloziyên siyasî û aborî bi rê ve dibirin, lê Ewropa ji ber aloziyê azaran dikişîne. Têkbirina Ukraynayê, têkbirina DYA û projeya rojavayî ye. Her wiha têkbirina dewletên rojavayî, Naziya nû û dirûşmên wê yên berê ye.”

ŞERÊ HEVBENDIYAN

Li hember hevbendiya rojavayî, Rûsya hewl dide hevbendiya xwe bi Çîn û Îranê re xurt bike. Şeîto di vê derbarê de dibêje: “Têkiliyên Rûsyayê bi Çînê re bi pêş dikevin, di warê leşkerî de zêdetir kûr dibin, di warê aborî de jî wiha ye. Rûsya gaz û petrolê dide Çînê. Operasyona leşkerî piştî serdana Pûtîn ji Çînê re dest pê kir. Şêwirên her du aliyan berdewam in û dikin bibin têkiliyeke stratejîk.”

Şeîto destnîşan kir ku hevbendiya her du aliyan, hevbendiyeke obejektîf e û wiha pê de çû: “Ji ber ku têkçûna aliyekî, tê wateya têkçûna aliyê din jî. Çîn jî vê yekê dizane. Rûsya jî xwezaya têkiliyên aborî yên Çînê bi Washington û dewletên rojavayî re fehm dike. Bi vê yekê, Çîn têkiliyên xwe hem bi Rûsya, hem jî bi dewletên rojavayî re diparêze. Lê di encamê de, eger şerekî xeternak rû bide, bi taybet li Taywanê û Koreya Başûr bi çekên rûxîner were biçekkirin, helwesta Çînê ya piştgirîdayîna Rûsyayê zelal e.”

Şeîto, anî ziman ku hevbendiya Pekîn-Moskovê ji bo dewletên Ewropayê û Washingtonê cihê nerihetiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew jî dizanin ku bi vê hevbendiyê, nikarin derbeyê li aliyekî bidin. Di heman demê de hin dewletên din ên mîna Îranê hene, ku ew jî hevalbendekî sêyemîn ê vê komê ye. Koma BRICS jî heye, têkiliyên wê yên siyasî yên pêşketî bi dewletên Ereban, Afrîka, Asya, Amerîka Latîn re hene. Tevgereke mezin a Rûsya û Çînê bi dewletên BRICS’ê re heye, ev jî ewropayiyan ne rihet dike.”

(cx)

ANHA