​​​​​​​Komîteya Kar û Barên Civakî ya Tebqayê kampanyaya alîkariyê ragihand

Komîteya Kar û Barên Civakî û Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên Mirovî ya bajarê Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayê alîkariyê bi navê "Ev der Sûriyeyê ye" ragihand.

​​​​​​​Komîteya Kar û Barên Civakî ya Tebqayê kampanyaya alîkariyê ragihand
10 sibat, 2023   15:58
TEBQA

Komîteya Kar û Barên Civakî û Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a bajarê Tebqayê bi daxuyaniyek kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê ragihand.

Daxuyanî li ber avahiya komîteyê, ji aliyê hevserokê komîteyê Mehmûd El Îsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Wekî bersivdayîna kampanyaya alîkariyê ya ʹEv der Sûriyeyê yeʹ ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên Sûriyeyê ragihandiye, Komîteya Kar û Barên Civakê û Kar a Tebqayê bi beşdarbûna Nivîsgeha Kar û barên Rêxistinên Mirovî, kampanyaya komkirina alîkariyên madî û tibî radighîne.

Komîteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinên Mirovî, deriyê pêşkêşkirina alîkariyê li pêşiya her kesî vedike. Di çarçoveya kampanyayê de komîte û tîm hatine avakirin. Erka van komîte û tîman wiha ye:

- Hijmartin

-Diyarkirina pêwîstiyên komîteyên awarte û rizgarên jiyanê.

-Birêxistinkirina tîmên dildar ên civakî

- Pêşwazîkirina alîkariyan

-Çavdêrî û nirxandin

-Sindoqa diravî

-Hazkirina depo û mekanîzmeya depokirin

-Ragihandin û belgekirin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de banga alîkardayînê li şêniyan hate kirin û heta gotin ku alîkarî wê li depoya ku komîteyê li nêzî sûk El Hal vekiriye, were komkirin.

(bb)

ANHA