Karwanê alîkariyê gihişt deriyê Tayiheyê

Karwanekî alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê yên li Helebê amade kiriye, gihişt deriyê Tahiyeyê.

Karwanê alîkariyê gihişt deriyê Tayiheyê
10 sibat, 2023   15:28
MINBIC

Rêveberieya deriyê Tayihe karwanê alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê amade kiriye, pêşwazî kir.

Wekî beşa yekemîn, karwanê alîkariyê ji 50 tankerên sotemeniyê pêk tê.

Eger hikumeta Şamê destûra derbasbûnê bide wê alîkar ji herêmên Helebê yên ku ji ber erdhejê wêran bûne re werin şandin.

(bb)

ANHA