Cenazeyê şehîd El Nasir bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSDʹê yê gazî Îbrahîm Îsmaîl El Nasir bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajarokê Hikumiyê yê Reqayê hat veşartin.

Cenazeyê şehîd El Nasir bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Nasir bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Nasir bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Nasir bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd El Nasir bi merasîmekê hat veşartin
10 sibat, 2023   13:27
REQA

Bi sedan şêniyên Reqayê, di nav de fermandar û şervanên QSD, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Saziya Birîndarên Şer ên QSD û rûspiyên eşîran cenazeyê şervanê QSDʹê Îbrahîm Îsamîl El Nasir ê di şer de gazî bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajarokê Hikumiyê ya Reqayê spart axê

Merasîm bi torana leşkerî ya QSDʹê dest pê kir.

Piştre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Îman El Mihemed axivî. Îman El Mihemed sersaxî ji malbata şehîdan re û li ser kesaeyta şehîd El Nasir jî axivî û got: "Şehîd Îbrahîm El Nasir sala 2018ʹan tev li QSDʹê bûn. Di şerê me yê li dijî terorê de hevalê me Îbrahîm birîndar bû, lê tevî birîna xwe ji erkê xwe yê pîroz dûr neketin. Herî dawî di oxira parastina welatê xwe de tev li karwanê nemiran bû. Ji vir, ji cihê pîroz em cenazeyê wî yê pak dispêrin axê."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Meter El Şexil jî got: "Şehîd ew mirovên leheng in, soz dan û sozên xwe bi cih anîn, şer kir û ji bo azadiya me û aramiya herêmên me şehîd bû."

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de nimêj li ser cenaze hate xwendin û di nava dirûşman de hat veşartin.

(bb)

ANHA