​​​​​​​Cenazeyê du mexdûrên erdhejê gihiştin Minbicê

Ji mexdûrên erdhejê yên ku li Helebê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê zarokekî û jinekê gihiştin Minbicê.

​​​​​​​Cenazeyê du mexdûrên erdhejê gihiştin Minbicê
10 sibat, 2023   13:43
MINBIC

Di encama erdheê de zarokê bi navê Hisên El Hemûd (4) li ser rêya Bîzar a dikeve başûrê bajarê Minbicê birîndar bûbû û li nexweşxaneyeke Helebê jiyana xwe ji dest da. Her wiha jina bi navê Meyada Îbo (47) jî ji ber erdhejê li Helebê jiyana xwe ji dest da.

Cenazyê Hisên El Hemûd û Meryem Îbo di deriyê sînor ê Tayihe yê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de derbasî  Minbicê bûn.

Malbatên herdu mexdûran li deriyê sînor ê Tayihe cenaze wergirtin û dê li bajarê Minbicê (cihê ku lê jidayik bûne), werin veşartin.

 (bb)

ANHA