Li Şehbayê konê sersaxiyê ji bo qurbaniyên erdhejê

Malbat û xizmên qurbaniyên erdhejê yên li Cindirêsê jiyana xwe ji dest daye, li navçeya Ehdas a Şehbayê konê sersaxiyê danî.

Li Şehbayê konê sersaxiyê ji bo qurbaniyên erdhejê
Li Şehbayê konê sersaxiyê ji bo qurbaniyên erdhejê
Li Şehbayê konê sersaxiyê ji bo qurbaniyên erdhejê
10 sibat, 2023   12:51
ŞEHBA

Şêniyên navçeya Cindirêsê, malbat û xizmên qurbaniyan îro li Hola Jîn Efrîn a li navçeya Ehdas a Şehbayê konê sersaxiyê veda.

Tê payîn ku merasîma sersaxiyê 3 rojan ji saet 10:00`ê sibehê heta 06:00`ê êvarê dewam bike.

Rêveberiya Xweser duh 51 cenazeyên welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di erdheja li Dîloka Bakurê Kurdistanê û navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî de jiyana xwe ji dest dabû, radestî malbatên wan kirin.

(cx)

ANHA