Hejmara malbatên hatine Şehbayê bû 2 hezar û 500

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin hezar û 300 malbatên din ên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ji erdhejê zirar dîtine, pêşwazî kirin.

Hejmara malbatên hatine Şehbayê bû 2 hezar û 500
10 sibat, 2023   12:38
 ŞEHBA

Îro zêdetirî hezar û 300 malbatên din ên mexdûrên erdhejê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gihaştin kantona Şehbayê. Malbat ji aliyê koçberên Efrînê, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê ve hatin pêşwazîkirin.

Bi vê yekê re, heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 malbatên ji Helebê gihaştine Şehbayê.

Li gorî agahiyên ku ajansa me bi dest xistine, hin malbatên din jî ji bo hatina Şehbayê xwe amade dikin û dibe ku hejmar zêdetir bibe.

Ji êvara 6`ê Sibatê de (roja destpêkê ya erdhejê) zêdetirî hezar û 200 malbatên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatibûn Şehbayê.

ANHA