Heleb, Lazîqiye, Hema û Idlib wek herêmên karesatê hatin îlankirin

Piştî 4 rojan ji erdhejê, hikumeta Şamê bajarên Heleb, Lazîqiyê, Hema û Idlib wek herêmên karesatê îlan kirin.

Heleb, Lazîqiye, Hema û Idlib wek herêmên karesatê hatin îlankirin
10 sibat, 2023   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê herêmên Heleb, Lazîqiyê, Hema û Idlibê yên ku ji ber erdhejê zirarên mezin dîtine, wek herêmên karesatê îlan kirin.

Di 6`ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyeyê erdhejek mezin rû da, her wiha li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê û rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin.

Heta niha li seranserê Sûriyeyê ji ber erdhejê 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar hene.

(cx)