Êrişên artêşa Tirk tevî erdhejê jî didomin

Artêşa Tirk a dagirker tevî erdhejê jî êrişên xwe didomîne û çeperên berxwedanê yên gerîla bi bombeyên qedexekirî û çekên giran bombebaran kirin.

Êrişên artêşa Tirk tevî erdhejê jî didomin
10 sibat, 2023   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku di encama bersivandina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li Şêladizê ya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê de, leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin.

HPG’ê ev agahî parve kirin:

"Artêşa Tirk a dagirker li gel afeta ku bû sedema hilweşîneke mezin, êrişan dewam dike. Çeperên me yên berxwedanê bi bombeyên qedexekirî, çekên giran hatin bombekirin. Li hemberî van êrişan, hêzên me neçar man ku xwe biparêzin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişên dagirkeran wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

9'ê Sibatê saet di 11:30'î de li nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîdayê bi bombeyên qedexekirî û çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin.

Hêzên me li hemberî van êrişan xwe parast û di encamê de dagirkerek bi sekvaniyê hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

9'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîdayê û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê FM û li nehiya Şêladizê ya Amediyê çeperên me yên berxwedanê yên li dora gundê Sîda û qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”