Karwanekî alîkariyê wê ji Minbicê ber bi Tayihe ve bi rê keve

Karwanekî alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser ji bo herêmên erdhejê amade kiribû, wê ji Minbicê ber bi deriyê Tayihe ve bi rê keve.

Karwanekî alîkariyê wê ji Minbicê ber bi Tayihe ve bi rê keve
10 sibat, 2023   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê şaneya krîzê û hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm da zanîn ku karwanê alîkariyên mirovî yê Rêveberiya Xweser ji bo herêmên erdhejê amade kiribû, wê ji bajarê Minbicê ber bi deriyê Tayihe yê di navbera herêmên rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bi rê keve.

Mela Îbrahîm diyar kir ku karwanê alîkariyan ji 50 tankerên sotemeniyê pêk tê.

(cx)

ANHA