Dewleta Tirk hê jî nahêle alîkarî bigihêjin mexdûran

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî gihandina alîkariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo herêmên erdhejê yên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên dagirkirî, asteng dike.

Dewleta Tirk hê jî nahêle alîkarî bigihêjin mexdûran
10 sibat, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh de 30 tankerên sotemeniyê yên Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagirkirî yên bakurê rojavayê Sûriyeyê amade kirine, li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic-Cerablusê de sekinîne û dewleta Tirk a dagirker nahêle ku alîkarî bigihêjin mexdûran.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser û endamê şaneya krîzê Ciwan Mela Îbrahîm li ser mijarê got: “Hîna em li deriyê Um Cilûd sekinîne. Heta niha tu alî ji bo wergirtina alîkariyan nehatine.”

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî, dewleta Tirk a dagirker destûra gihandina alîkariyên Rêveberiya Xweser ji herêmên erdhejê re nedabû.

(cx)

ANHA