DYA’yê cezayên li ser Sûriyeyê sivik kirin

Piştî ku rêveberên NY`ê û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî hişyarî dan ku cezayên li ser Sûriyeyê hewldanên gihandina alîkariyan ji herêmên erdhejê re asteng dikin, DYA’yê cezayên li ser Sûriyeyê sivik kirin.

DYA’yê cezayên li ser Sûriyeyê sivik kirin
10 sibat, 2023   08:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji ber erdhejê, 180 rojan cezayên li ser Sûriyeyê sivik dike.

Biryara sivikkirina cezayan piştî ku rayedarên NY`ê û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî hîşyarî dan ku ceza hewldanên gihandina alîkariyan ji bo mexdûrên li Sûriyeyê asteng dikin, pêk hat.

Wezaretê duh bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: “Heta 180 rojan dê destûra xebatên alîkariya ji bo derbaskirina bandorên erdhejê bê dayîn.”