Nûnertiya Rêveberiya Xweser: Gelê me bi hemû rihê welatparêzî û mirovahî tevgeriya

Nûnertiya Rêbeberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêj kiriye ji bo mexdûrên erdhejê û got, ew berpirsyariya şandina alîkariyê digirin ser xwe.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser: Gelê me bi hemû rihê welatparêzî û mirovahî tevgeriya
9 sibat, 2023   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanîiyê li navenda xwe daxuyaniyek da û spasiya hemû xelkê Başûr kir ku destê alîkariyê dirêjî mexdûrên Erdhejê kirine.

Daxuyanî ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêd ve hate dayîn.

Evîn destpêkê sersaxî da malbatên qurbaniyan û şifa ji bo birîndaran xwest.

Evîn anî ziman ku ji kêliya destpêkê ya erdhejê ve di serî de xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bi saziyên xwe, kesayet, welatparêzan ve seferber bûn ji bo alîkariyê kom bikin û bigihînin mexdûrên erdhejê û got: “Bi hestekî niştimanperwerî û mirovî ketin tevgerê.”

Nûnera Rêveberiya Xweser spasiya hemû xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku destê alîkarî û kedeke mezin da ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bikin û got: “Ji bo alîkariya tê kirin, bi rengeke baş bigihêje mexdûrên erdhejê em Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê berpirsyartiyê digirin ser milê xwe.”

(şx)