​​​​​​​Li Dêrazorê projeyên ava vexwarinê

Komîteya Xizmetguzariyan a rojavayê Dêrazorê projeyan pêk tîne û xizmetguzariyan ji şêniyên herêmê re pêşkêş dike û projeyên ji bo saktora ava vexwarinê danîn.

​​​​​​​Li Dêrazorê projeyên ava vexwarinê
10 sibat, 2023   00:52
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Komîteya Xizmetguzariyê ya rojavayê Dêrazorê îsal gelek projeyên xizmetguzariyê danîn.

Hevserokê komîteyê Wehab El Beşar ji ajansa me re axivî û gelek projeyên dê îsal pêk bîne aşkera kirin û wiha ne:

Stasyona avê ya li bajarokê Hîsan tê vekirin û dê avê bide zêdetirî 30 hezar kesî, her wiha xezanek ji bo paqijkirina avê li bajarokê Mihêmîdiyê tê avakirin ku avê bide hezar kesî.

Xebat li ser zêdekirina hîmên parzûnên dînamoya ava Hewaic tê kirin û dê ava paqij bide 6 hezar kesî û toreya avê li Sewa ji bo 8 hezar kesî tê firehkirin.

Xebat li ser avakirina xezanek mezin li herêma Kîsra Jêrîn ku xizmetî 11 hezar kesî bike tê kirin, her wiha xezanek li herêma Hemar Elî ku xizmetî 7 hezar kesî bike tê kirin. Ji wê zêdetir jî xebat li ser temamkirina projeya stasyona ava Hirmoşiyê ku xizmetî 17 hezar kesî tê kirin.

Li gorî El Beşar, komîteya xizmetguzariyê dê stasyona parzûnê ya biçûk a avê li bajarokê Kebir ku xizmetî 4 hezar kesî bike ava bike, her wiha xezanek li bajarokê Cezrat, herêma Meşhor û li bajarokê Cizre Mîlac wê were avakirin.

PROJEYÊN HATINE LIDARXISTIN

Li ser projeyên ku hatine temamkirin El Beşar wiha got: "Komîteya Xizmetguzariyan a meclisa herêma rojav gelek proje li rojavayê Dêrazorê pêk anîn. Ji wan xezanaya avê li Cezra El Boşemis û herêma El Zixêr. Her wiha torên avê li Mihêmîdiyê, Hemar Elî, Hermoşiyê û Kebir hatin firehkirin."

El Beşar li ser xebatên par ev tişt anî ziman: "Me stasyona avê li Cezrat ava kir û ava paqij dide şêniyên bajarokê. Her wiha me bîrek avê li Mihêmîdiyê ava kir. Me kargeha serjêkirina sewalan ava kir da ku goştê teze û ewle li sûkan belav bikin."

El Beşar wiha dawî li gotina xwe anî: "Hemû projeyên ku me îsal danîne dê bikevin pratîkê. Em komîte di xebatên xwe de dewam dikin û em ê bi derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî rojavayê Dêrazorê bikin."

(fr)

ANHA