Di konên alîkariyê de xizmetên tenduristiyê tên pêşkêşkirin

Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd li herêma Firatê xizmetên tenduristî pêşkêşî şêniyên Kobanê dikin ên ku berê xwe dane konên alîkariyê.

Di konên alîkariyê de xizmetên tenduristiyê tên pêşkêşkirin
9 sibat, 2023   06:46
KOBANÊ

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê 6 ekîbên tenduristiyê amade kirine. Her ekîbek ji kadroyekî tenduristiyê yê pisporê nexweşiyên hundirîn, dil û zarokan pêk tê. Her wiha 9 erebeyên ambûlansê hatine veqetandin, 3 yên Heyva Sor a Kurd, 6 ereb jî yên Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê ne û ji bo xizmeta şêniyan li nêzî konên li bajarê Kobanê hatine vedane, hatine bicihkirin.

Alîkarên ku destwerdanên lezgîn pêşkêş dikin, bi derfetên kêm û dermanên ku Desteya Tendurdistiyê dide wan alîkariya şêniyan dikin. Rêxistinên mirovî jî tu alîkariyê nadin.

/ar/uploads/files/2023/02/08/192734_almsafwn-fy-kwbany-ystnfrwn-balimkanyat-almtwfr-lhmayh-alahaly-mn-khtr-alzlzal-28129.webp

Endamê beşa destwerdana lezgîn ya girêdayî Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê û berpirsê belavkirina erebeyên ambûlansê li nava Kobanê, Nîhad Çol Beg ji ajansa me re wiha axivî: “Ji roja yekemîn a erdhejê de em seferber bûne. Kadroyê tenduristiyê ji bo her rewşek awarte û ji bo parastina şêniyan amade ye. Mixabin, heta niha tu dewlet an rêxistinên ku mirovahiyê îdia dikin, tu alîkarî nedane me. »

Çol Beg destnîşan kir ku ew her êvarê li ser şêniyên li konan bi cih bûne digerin û rewşa wan kontrol dikin û got: “6 ekîbên tenduristiyê bi me re ne, li ser konan tên belavkirin. Her ekîbek ji kadroyekî tenduristiyê yê pisporê nexweşiyên dil, zarok, jinan û nexweşiyên hundirîn pêk tê. Kesên nexweş di erebeya ambulansê de tên dermankirin.”

Tê destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê piştî erdheja li herêmê qewimiye, li bajarê Kobanê 6 kon ji bo alîkarîdayîna şêniyan vedan. Di erdhejê de li Kobanê 3 kes birîndar bibûn, li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî 57 kes birîndar bibûn.

(cx)

ANHA