Saziyên olî û civakî daxwaza berdewamkirina operasyonên li dijî DAIŞ`ê kir

Endamên rêveberiyên saziyên olî û civakî yên navçeya Şedadê ji QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxwaz kirin ku operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ`ê berdewam bikin.

Saziyên olî û civakî daxwaza berdewamkirina operasyonên li dijî DAIŞ`ê kir
9 sibat, 2023   06:33
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 2`yê Sibatê de bidawîkirina Pêngava “Tolhildana Şehîdên Reqayê” ragihand, ku 25`ê Çileyê dest pê kiribû û di encamê de 127 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Endamên rêveberiyên saziyên olî û civakî yên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê pêwîstiya berdewamkirina mîna van pêngavan ji bo tunekirina xetereya DAIŞ`ê li herêmê destnîşan kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Ewqafan a navçeya Şedadê ya Kongra Îslama Demokratîk Ehmed El Esed rola QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di tunekirina çeteyên DAIŞ`ê de silav kir û got: “QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember gelên herêmê erkên xwe pêk tînin û li dijî şaneyên terorîst ên ku hewl dide ewlehiya herêmê têk bibin, pêngavan li dar dixin.”

El Esed wiha domand: “Şaneyên çeteyan bi rêjeyek mezin li her derê belav bûne. QSD û hêzên ewlekariyê ev herêma ku wan şaneyan tevlihevî tê de belav kir û bi navê îslamê kuştin û wêran kirin, paqij kir.”

El Esed daxwaz kir ku mîna van operasyonan li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin lidarxistin.

Seroka Nivîsgeha Jinan a Saziya Olî ya navçeya Şedadê Buşra El Hisên jî destnîşan kir ku ev hemle dê rê li pêşiya hewldanên DAIŞ`ê bigire ku dixwaze li herêmê belav bibe.

Buşra wiha domand: “Şêniyên herêmên başûrê Hesekê, Reqa û Dêrazorê ji ber hovîtiya DAIŞ`ê gelek êş û azar kişandin. Em piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî re destnîşan dikin. Em daxwaz dikin ku ev pêngav di xebatên wan ên pêşîn de be ji bo ku şaneyên terorîst tune bibin.”

Endamê ciwanên a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Şedadê Beşar El Dexîl jî wiha anî ziman: “Ev pêngav ji gelê herêmê re rihetî û aramiyê pêk tîne. Encamên wê mezin in ku gelek çeteyên DAIŞ`ê li Kampa Hol û Reqayê hatin girtin, hejmar û xetereya wan kêm bû.”

El Dexîl li ser navê pêkhateya Ereb piştgiriya xwe bi hêzên ewlehiyê nîşan da û ji ber pêkanîna aramiyê li herêmê spasiya wan kir.

El Dexîl bang li şêniyan kir ku dema tevgereke biguman a çeteyên DAIŞ`ê bibînin, yekser berê xwe bidin navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herî nêz û agahî bidin wan ji bo ku ewlehiya herêmê biparêzin.

(şx)

ANHA