Li Iraqê tevgerên dîplomatîk: Nîşane û armanc

Di çend rojên dawîn de serokwezîrê Iraqê serdana hin welatên Ereban û yên rojavayî kir. Hin alî dibêjin hikumeta nû ya Iraqê hewl dide hevsengiyekê di têkiliyên xwe yên derve de çêke. Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê serdana Bexdayê kir. Armanca van tevgerên dîplomatîk çi ye?

Li Iraqê tevgerên dîplomatîk: Nîşane û armanc
10 sibat, 2023   03:31
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Têkiliyên berjewendiyan ên sala 2003ʹyan ên di navbera DYA û Îranê de ku bi hilweşandina rejîma Sedam Huseyîn encam da, dewam dikin. Dibe ku daxuyaniyên serokxwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku dibêje pêwîstiya welatê wî hîna bi hêzên biyanî heye û pêvajoya têkoşîna li dijî DAIŞʹê dê dewam bike, ji bo hin kesan suprîzek bû. Ji ber ku yên Sûdanî gihandin ser desthilatê Çarçoveya Hemahengiyê bûn ku alîgirên Îranê ne.

Pir kesan bawer ki ku serokwezîrê Iraqê yê niha dê herî zêde alîgirê Îranê be, ji ber ku da ser şopa pêşiyên xwe ku hewl didin têkiliyên bi Washingtonê re xirab nebin û her wiha naxwaze li hemberî hevkarên xwe yên ku ew anîne ser desthilatê anku alîgirên Îranê bisekine.

Sûdanî rola mezin a Îranê ya li Iraqê dizane. Ji wê zêdetir di navbera her du welatan de têkiliyên mezhebî hene. Sûdanî dizane ku li gel xwepêşandanên li Îranê û rewşa aborî ya xirab a ji ber cezayên Amerîkayê, Tehran nikare alîkariyê bide alîgirên xwe yên li Iraqê. Ji ber vê yekê siyaseta meşa li ser du werîsan (Îran û Amerîkayê) pêk tîne. Sûdanî dizane ku hikumeta wî di nava deyn û gendeliyê de ye û nikare siyaseta rûbirûbûn û dijbertiya aliyekî bimeşîne.

Nivîskar û rexnegirê iraqê Sataî Racî bi bîr xist ku rejîma berê ya Iraqê bi Amerîkayê re li hev nekir, ji ber vê yekê hilweşiya. Racî got: "Yên texmîn dikin ku serokwezîrê Iraqê dijbertiya Amerîkayê dike an jî jê dûr dikeve, şaş in. Divê em her tim rola Amerîkayê ya di hebûn û berdewama sîstema siyasî ya Iraqê de bînin bîra xwe. Rejîma berê ji ber ku bi Amerîkayê re li hev nekir, ket."

Racî îşaret pê kir pirsgirêkên di navbera hêzên serdest ên Iraq û Amerîkayê de û pirsgirêkên dûrî mijara Îranê nayên înkarkirin û wiha domand: "Hêzên Iraqê rêveberiyeke iraqî ya bi rêbazên cuda yên li gorî dirûşmên xwe dixwazin, lê pêwîstiya van hêzan ji Îranê zêdetir bi Amerîkayê heye. Ji ber ku Amerîka dergehê naskirina pergala siyasî ya Iraqê di qada navneteweyî de ye, her wiha Amerîka garantiya aborî û leşkerî ya Iraqê ye. Îran jî ji bo hêzên siyasî yên Iraqê yên bi hemû nasnameyên xwe palpişteke kevn e. Carinan hêzên Iraqê têkiliyên xwe bi Îranê re di ser têkiliyên bi Amerîkayê re digirin. Sedemên vê yekê pêwîstiyên hizbî û berjewendiyên teng in. Her wiha di nêrîna hêzên Iraqê de daxwazên Îranê hêsantir in.”

Racî anî ziman ku li cem Îranê berjewendiyên biçûkên  girêdayî aloziyên wê hene, lê derheqê Amerîkayê de berjewendî û şertên berfirehtir û girantir hene ku girêdayî rola wê ya cîhanê ye. Racî got: "Mînak Îran li dergehekê ji bo kel  û pelên xwe û jêdereke ji bo dolar digire. Ev mijar bi gelekî ji dozên hevalbendiyên stratejîk, mafên mirovan, teşeyê pergala rêvebirinê û belavbûna hêzên leşkerî hêsantir e."

Sataî Racî têkiliyên Iraq û DYAʹê li aliyekî û têkiliyên Iraq û Îranê li aliyekî din wesifand û wiha pê de çû: "Dewleta Iraqê xwe dispêre Amerîka anku girêdayî wê. Lê hêzên siyasî nêzîkî Îranê ne. Ne tenê serokwezîr, heman demê çîna serdest dixwaze têkiliyên wê bi herdu aliyan re baş bikin. Ferq jî ev e; ragihandina dijbertiya Amerîka û hezkirina zêde ji Îranê re ji bo pêwîstiyên ragihandin û hilbijartinan e.

Ji ber vê yekê ne serokwezîr û ne jî aliyên din ên siyasî yên ku werin ser desthilatê dê têkiliyên xwe bi Amerîkayê re xirab nekin. Ji ber ku xirabkirina her têkiliyekê bi Amerîkayê  re tê wateya ku xwe mehkumî derketina ji desthilatdariyê dikin."

Têkildarî serdana dawîn a NATOʹyê ya ji bo Iraqê Racî destnîşan kir ku ev serdan normal e, endamên NATO’yê li Iraqê hene, her wiha hevbendiyeke li dijî terorê di navbera herdu aliyan de hene. Racî bi domdarî got: "Têkildarî serdanên serokwezîrê nû yê Iraqê ya ji bo dewletên din û serdanan serok û rayderên dewletên din ji bo Iraqê bûyerên rotinî ne û li gorî ezmûnên berê tu wateyan nadin. Hemû serokwezîr sedana derve dikin û pêşwaziya mêvanên biyanî yên payebilind dikin. Lê di encamê de ragihandin jî dikeve xefka nepixandinê. Ji piranî an hemû serdanan, lihevkirinên zelal dernakevin ku ji ragihandinê re werin eşkerekirin. Hemû tiştên ku tên weşandin propaganda ne ku zû bi dawî dibin."

Der barê serdana Lavrov a li Iraqê de Racî ev tişt anî ziman: "Serdana Lavrov a li Bexdayê ji bo çareserkirina gelek berjewendiyên Rûsya yên betalkirî bû. Pirsgirêka pereyên Mokova yên ku ji ber cezayên rojavayî hatibûn cemidandin, di nav van berjewendiyan de bû. Her wiha hewldanên pêkanîna hevsengiyeke leşkerî û ewlehî li herêmê di navbera Moskova û Washingtonê de yek ji armancên vê serdanê bû. Dê Moskova di demeke nêzîk de ji bo parastina berjwendiyên xwe li Iraqê bi awayekî zelaltir bixebite. Moskova berê berjewendî û hin din bi rêya Îranê diparastin. Lê niha êdî kapasîteyên Îranê li gorî tê xwestin têrê nakin ku berjewendiyên Rûsyayê biparêze. Lê bi teqez wê hebûna Rûsya li Iraqê mîna hebûna wê ya li Sûriyeyê nebe."

Racî bi bîr xist ku gelek berjewendiyên Rûsyayê li Iraqê hene û wiha got: "Ji sala 2003ʹyan ve Rûsya nikare bi awayekî zelal van berjewendiyan bi rêxistin bikeHewldanên diyar û tund ên Amerîkayê hene ku nahêle Rûs li Iraqê zêde gavan biavêje. Ji ber vê yekê Moskoa xwe dispêre Tehran û Pekînê."

Racî diyar kir ku derketina hêzên serwer ên Iraqê ji bin ebeya Tehran an Washingtonê ne gengaz e û wiha domand: "Ji bilî hêzên girêdayî Tevgera Sedir tevahî hêzên iraqî ji derdora herêmî û hevkarên navxweyî bi fikar in. Lê hêzên Tevgera Sedr bi awayekî mezin ji xwe bawer in û dixwazin bi rengekî mutleq Iraq bi rêve bibin."

Sataî Racî di dawiya de got: "Dabeşbûna hêzên iraqî ya di navbera alîgirên Tehran û alîgirên Washingtonê de şeklî ye, hema bêje xapandinek e. Hêzên iraqî li rêbazekê digerin da ku aliyek bandore lê neke, lê dixwazin gelek dostên wan hebin."

(bb)

ANHA