​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-2-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-2-2023
9 sibat, 2023   23:00

Tevî dorpêça li Sûriyê çêbûye û bandor li kantona Şehbayê kiriye ku zêdetirî hezar û 200 malbatên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye revîne pêşwazî kirin, hikumeta Şamê dorpêçkirina kantonê didomîne ku heta niha tu alîkarî negihaştin herêmê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El Mihbaş bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekê, girîngiyê bidin rewşa mirovî li gel ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê rê nadin ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine, bigihêjin herêmên wêranbûyî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteyên venêrînê yên Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zirarên li avahiyan ji ber erdheja li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bûye û gelek herêmên Sûriyeyê bandor bûne, dinirxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Xizmetguzariyan a rojavayê Dêrazorê projeyan pêk tîne û xizmetguzariyan ji şêniyên herêmê re pêşkêş dike û projeyên ji bo saktora ava vexwarinê danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Hemwextî guhertinên jeopolîtîk, alozî û şerên li cîhanê, piraniya hêzên mezin berê xwe didin Afrîkayê. Gelo dê parzemîna Afrîkayê bibe qadeke nû ya şerê hêzên mezin? (BI WÊNE)

Di çend rojên dawîn de serokwezîrê Iraqê serdana hin welatên Ereban û yên rojavayî kir. Hin alî dibêjin hikumeta nû ya Iraqê hewl dide hevsengiyekê di têkiliyên xwe yên derve de çêke. Her wiha wezîrê karên derve yê Rûsyayê serdana Bexdayê kir. Armanca van tevgerên dîplomatîk çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA