​​​​​​​Hevrikiya navneteweyî ya li ser berhemên Afrîkayê

Hemwextî guhertinên jeopolîtîk, alozî û şerên li cîhanê, piraniya hêzên mezin berê xwe didin Afrîkayê. Gelo dê parzemîna Afrîkayê bibe qadeke nû ya şerê hêzên mezin?

​​​​​​​Hevrikiya navneteweyî ya li ser berhemên Afrîkayê
10 sibat, 2023   05:47
QAHÎRE - MUSHIN EL MISIRÎ

Di 3 mehên derbasbûyî de gelek aliyên navneteweyî girîngiyek zêde da parzemîna Afrîkayê, ev rewş dikare wekî şerê hêzên mezin û herêmî li ser dewlemendiyên parzemînê were binavkirin.

Daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku tê de Fransa ji ber kiryarên wê yên li Afrîkayê tawanbar kiribû, asta şerê navneteweyî yê li ser berhemên Afrîkayê nîşan dide.

Wezîrê Rûsyayê piştî Iraq û Sûdanê, dê dawiya vê hefteyê biçe Morîtanya û Maliyê.

Di Tîrmehê de jî dê lûtkeya Rûsya-Afrîkayê ya duyemîn li Moskovê were lidarxistin. Dawiya hefteya borî, Fransayê Rûsya bi "beşdariya mêtingeriya siyasî ya nû li Afrîkayê" tawanbar kiribû.

Li aliyekî din jî, DYA hewl dide zextê piştî lûtkeya rêveberên Amerîka û Afrîkayê (Di Çileyê de li Washingtonê hat lidarxistin) biparêze, ku di wê civînê de rêveberiya Biden ragihand ku ew ê di 3 salên pêş de li Afrîkayê bi 55 milyar dolaran veberhênanê bikin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duşema borî ragihandibû ku ew ê beşdarî di kongreya madenan a Afrîkayê bibe ku dê li Afrîkaya Başûr were lidarxistin.

Wezîra xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen û Balyoza Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield serdana parzemîna Afrîkayayê kir. Armanca vê serdanê ew e ku DYA li şûna Çînê bibe hevkara geşkirineke rasteqîn heta demeke dirêj ji bo Afrîkayê.

Çîn her tim di mijara Afrîkayê de amade ye. Wezîrê karên derve yê Çînê Chen Gang sala nû dest bi gerekê li welatên Afrîkayê wekî Misir, Etiyopya, Gabon, Benîn û Angolayê kir.

Çînê bi awayekî çalak beşdarî Komxebata 8ʹemîn a Tevkariya Çînê-Afrîkayê bûbû ku di Mijdara borî de li bajarê Dakar ê Senegalê hatibû lidarxistin. Di komxebatê de plana kar a Dakar 2022-2024 hat pejirandin.

Her wiha Îsraîl hewl dide li parzemîna Afrîkayê berfireh bibe. Vê dawiyê Îsraîlê ‘Peymana Selam’ bi Sûdanê re îmzde kir, têkiliyên xwe yên diplomatîk bi Çadê re baş kirin, her wiha bi beşdarbûna Netanyahu û serokê Çadê balyozxaneya Afrîkayê li Til Evîvê vekir.

‘2023 SALA NAKOKIYAN E’

Pisporê kar û barên Afrîkayê Ramî Zuhdî diyar kir ku nakokiyên li ser hebûna li parzemîna Afrîkayê kevn in, lê ne mîna ya îsal gur e û got: "Dibe 2023 sala herî dijwar a nakokiyên navneteweyî ya li ser Afrîkayê be. Cara yekemîn e em tevgerên rasterast û tedbîrên eşkere yên hêzên mezin ber bi Afrîkayê ve dibînin."

Ramî Zuhdî diyar kir ku di dema dawîn de serdana wezîrê karên derve yê Çînê û wezîra xezîneya Amerîkayê û gera wezîrê karên derve yê Rûsyayê û rayedrên Îsraîlê ji bo Afrîkayê hebûn, her wiha lûtkeya Kendav-Çînê ya bi mijara dewletên Afrîkayê pêk hat.

Zuhdî anî ziman ku nakokiyên li ser Afrîkayê di navbera 3 hêzên navneteweyî de ne û wiha pê de çû: "Hêzên mezin Amerîka, Çîn û Rûsyaya ye. Her wiha hêzên navneteweyî yên kilasîkî yên bi nûnertiya hêzên mêtînger ên kevin wekî Almanya, Fransa, Îtalya, Belçîka û Hollanda hene. Li kêleka wan hêzên herêmî yên bi bandor wekî Tirkiye, Îran û Îsraîlê jî hene. "

VEBIJÊRKÊN AFRÎKAYÊ

Ramî Zuhdî anî ziman ku parzemîna Afrîkayê ji berê bi hêztir e û îşaret bi vê yekê kir ku ligel hevrikiya navneteweyî êdî dewletên parzemîna Afrîkayê ji berê bêtir dikarin berhemên xwe biparêzin nemaze ku vebijrêk û gelek alternatîf hene û dikarin bi rêya kaxeza Çînê zextê li Amerîka bikin û bi rêya kaxeza Brîtanya û Almanya û dewletên dîn zextê li Fransayê bikin.

NAKOKÎ DÊ KÛRTIR BIBIN

Li gorî Zuhdî: "Li Afrîkayê Çînê li pêş e. Ji ber ku Çînê ji salên dirêj ve li Afrîkayê ye û girîngiyê dide aliyê aborî yên dûrî ajnîdeyên siyasî. Di heman demê de bi derbasbûna Amerîkayê û guhertina stratejiyên xwe yên Afrîkayê re, nemaze piştî lûtkeya Amerîka-Afrîka, dê di demên pêş de nakokî kûrtir bibin."

Zuhdî pêşbîn kir bi hewldanên tevlêkirina aboriya Afrîka di aboriya cîhanê de û bi veguhestina Afrîka wekî jêdera enerjiyê li gel şerê  Rûsyayê re, her wiha li gel daxwazên dewlet  û hevkarên Ewropayê ku kargehan li Afrîkayê vekin, dibe ku nakokî kûrtir bibe.

Zuhdî got: "Heger nakokî veguhere rengekî ferdî, dibe ku rewş xetertir bibe. Ji ber ku Afrîka ji 55 dewletan pêk tê û ne xwedî statû an jî yek biryarî ne. Her wiha mijar ne tenê ku serwetên gelan di bin gefan de ne, lê mijar têkiliyên afrîkî-afrîkî ye jî heye."

Lêkolînerê kar û barên Afrîkayê yê ji Sûdanê Ebas Salih anî ziman ku li gel pêlên nû yên hevrikiya di navbera hêzên derve de û hevrikiya di navbera hêzên din ên xwecih de parzemîna Afrîkayê careke din dikeve rojevê.

Ebas Salih ji ANHAʹyê re axivî û got: "Hevrikî berê ji bo bidestxistina berhemên li parzemînê bûn ku nakokiyên xwecih xurt dikir, lê niha bûye aktoreke nû yê xurtkirina nakokiyên di navbera dewletên mezin de yên li ser xaka wê. Nakokiya Rûsya û Çînê li aliyekî, hêzên rojava li alyekî din dixwazin berhemên li Afrîkayê bi dest bixin. Ji wê zêdetir hewldanên xurkirina hegemon û bandorkirinê hene. Armanc ji van hemûyan ew e ku rêgezên pergaleke navneteweyî ji nû ve were sazkirin da ku berjewendiyên van hêzên mîsoger bikin."

Ebas Saih got: "Li gel pêla nû ya şerê sar, diyar e ku berxwedana xwecih berbelav e. Li Afrîkayê her tebeqeyên desthilatdariyê li gorî berjewendiyên xwe girêdayî aliyên aktîf ên derve, hêzên nîştimanî ji aliyê pergalên serwer û alîgirên wê yên derve ve dorpêçkirî ne."

(bb)

ANHA