Li ser rêya Dêrik-Qamişlo qeza: Kesek mir, bi kêmanî 10 jî birîndar bûn

Li ser rêya Dêrik-Qamişlo qezaya trafîkê çêbû. Di encamê de kesek mir û bi kêmanî 10 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Dêrik-Qamişlo qeza: Kesek mir, bi kêmanî 10 jî birîndar bûn
9 sibat, 2023   13:06
QAMIŞLO

Li ser rêya Dêrik-Qamişlo, nêzî xaçerêya bajarokê Maşûq ê navçeya Tirbespiyê, wesayîteke tîpa "Van" û wesayîteke veguhestina rêwiyan li hev qelibîn.

Li gorî şahidan, di encama qezayê de welatiyê bi navê Haşim Xenam Osman jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 10 kesên din birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên kantona Qamişloyê.

(bb)

ANHA