Rêveberiya Xweser banga tevlêbûna kampanyaya alîkariyê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga tevêlêbûna kampanyayên alîkariyê yên ji bo herêmên erdhejê kir. Her wiha xwest ku hemû rê û deriyên sînor werin vekirin.

Rêveberiya Xweser banga tevlêbûna kampanyaya alîkariyê kir
9 sibat, 2023   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê da. Hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid daxuyanî xwend.

Bêrîvan Xalid got: "Di encama erdheja ku vê dawiyê rû da de felaketek çêbû. Ev bûyer hevgirtin û yekdestiya tevahî gelên cîhanê dixwaze. Divê bi hemû rêbaz û îmknan piştgirî ji bo herêmên ku erdheja diwar lê rû dane, hebin. Ji ber vê edhejê bi hezaran avahî hilweşiyan, bi hezaran kes bûn qurbanî û bi hezaran jî birîndar bûn. Her wiha bi hezaran hîna di binê kavilan de ne. Ji ber vê yekê pêwîst e em alîkarî û destekê pêşkêş bikin. Ev yek erkeke mirovî û exlaqî ye. Her wiha hewcedariya civakan bi hev ve nîşan dide.

Em bang li cîhanê û her kesî hemû kesên ku dikarin destekê bidin, dikin ku beşdarî kampanyaya alîkariyê ya ji bo herêmên ku ziyan dîditine bibin û alîkariyê bidin şêniyên çi yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin û çi yên li hudnriên Sûriye û Tirkiyeyê bin. Her kes dikare biçe navendên Heyva Sor a Kurd ku saziyeke fermî ya berhevkirina alîkariyan e û erka gihandina alîkariyan ji bo herêman û şêniyên hewcedar pêk tîne.

Di vê der barê de em xwe dispêrên tevahî pêkhateyên gelê xwe. Em di wê baweriyê de ku gelê me dikare vî erk û berpirsyariyê pêk bîne. Her wiha divê hemû sazî û aliyên derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xurtî beşdarî vê kampanyayê bibin û bêyî polîtîzekirinê vî erkê exlaqî bi cih bîne. Divê hemû rê û deriyên sînor werin vekirin."

(bb)

ANHA