​​​​​​​Li Til Hemîsê semînerek li ser komploya 15ʹê Sibatê hat dayîn

Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê semînerek li ser komploya navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da.

​​​​​​​Li Til Hemîsê semînerek li ser komploya 15ʹê Sibatê hat dayîn
9 sibat, 2023   13:21
QAMIŞLO

Semîner bi beşdarbûna şêniyên navenda navçeya Til Hemîsê û gundewarên wê li Hola Navenda Çandê ya Til Hemîsê hate dayîn.

Destpêkê sinevîzyoneke li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê komployê de hate pêşandan.

Piştre hevseroka Meclisa PYDʹê ya Til Hemîsê Xalib Sadûn behsa pêvajoyên komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir. Xalid Sadûn anî ziman ku revandina Rêber Abdullah Ocalan mînaka herî ber biçav a komplo û fîtneyên ji aliyê hêzên hegemonîk ve ên li dijî îradeya gelan û pêşeng û ronakbîrên wan in.ʹʹ

Sadûn diyar kir ku armanca komployê ew bû ku di şexsê Rêber Ocalan de îradeya gelên têkoşer bişkînin û got: "Bi belavbûna fikrên Rêber Ocalan re armancên komployê têk çûn."

Xalib Sadûn bal kişand ser pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û got: "Di 24 salên dîlgirtina Rêbertî de gelek binpêkirinên derqanûnî hatin belgekirin. Ev binpêkirin hîna berdewam in. Girankirina tecrîdê mînaka vê yekê ye."

Xalib Sadûn di dawiyê de banga xurtkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir û got, ramanê Rêber Ocalan ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye.

Di dawiya semînerê de dirûşmên silavkirina Rêber Ocalan hatin berzkirin.

(bb)

ANHA