KNK’ê banga seferberiya neteweyî kir

KNK’ê banga seferberiya neteweyî kir û diyar kir “Em bang li hemû gelê Kurdistanê, kurdistaniyên li derveyî welat û dostên Kurdan dikin ku di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî alîkariya mexdûrên erdhejê bikin."

KNK’ê banga seferberiya neteweyî kir
9 sibat, 2023   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber KNK’ê têkîldarê erdheja li Kurdistanê daxuyaniyek da û banga seferberiya neteweyî kir.

Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin:

“Karesata li Bakur û rojavaya Kurdistanê çêbûyî, li ber çavan e. Heta niha hejmara kesên jiyana xwe dest daye, gihaştiye derdorê 20 hezar kesan, lê bi deh hezaran kes jî di bin kavilan de ne. Hejmara birîndaran jî nêzî sed hezar kesî ye. Bi sed hezaran zêdetir xanî û avahî hilweşiyaye û bi milyonan mirov mexdûr in û pêwîstiya wan bi her cureyê alîkariyê heye.

Desthilata gendel û fesad a AKP-MHP’ê û rejîma Baas ya Esat, di wextê xwe de tedbîr negirtin û bi kiryarên xwe yên xirab, ji vê kareseta mezin berpirsyar in. Van rejîman piştî erdhejê jî weke tê xwestin mudaxele nekirin û li piranîya deveran gel bi serê xwe ma. Heta niha jî alîkarî negihiştiye gelek deveran. Mexdûrên erdhejê bi awayeke lezgîn alîkariyê ji me dixwazin. Em dikarin bi alîkariya xwe mexdûran li ser piya bihêlin û êşa wan kêm bikin. 

Bi vê wesîleyê, Bakur-Başûr-Rojhilat-Rojva em bang li hemû gelê Kurdistanê, kurdistaniyên li derveyî welat û dostên Kurdan dikin ku di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî û bi hîsên mirovahiyê, alîkariya mexdûrên erdhejê bikin. Dem dema piştgiriya neteweyî, xwedîderketin û alîkariyê ye!”