Jinan ji bo mexdurên erdhejê bang kir

Jinên endamên saziyên girêdayî Kongra Star siyaseta dewleta Tirk a dijî mexdurên erdhejan, astengkirina şandina alîkariyan şermezar kir û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku destek bidin gelê mexdur.

Jinan ji bo mexdurên erdhejê bang kir
9 sibat, 2023   12:16
QAMIŞLO

Meclisa Jinên Ol û Baweriyan, Komeleya Selam û Komînên Jinan ên Qamişlo ku di bin sîwaneya xebatên civakî yên Kongra Star de kar dimeşînin, bi armanca şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk a dagirker a dijî mexdurên erdhejê,  daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyaniya ku gelek jin tevlî bûn, li Parka Helepçe hat dayîn. Li ser navê jinan Stêrk Remo daxuyanî xwend û ji malbatên kesên di erdhejan de jiyana xwe jidest dane re sersaxî, ji bo birîndaran jî şifa xwest.  

Stêrk Remo diyar kir siyaseta dewleta Tirk a dagirker li dijî mexdurên erdhejê yên Bakur û Rojavayê Kurdistanê,  her wiha dijî gelê Suriyeyê dimeşîne siyasetek qirêje û got: “Nahêlin ku alîkarî ji bo herêmên Kurdan ên erdhej lê çêbûye biçin; ew bixwe jî naşîne. Ev siyasetek mirovî nîn e.”

Stêrk Remo di dawiya axaftina xwe de siyaseta dewleta Tirk şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lezgînî alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê bikin.

(zş/a)

ANHA