Dewleta Tirk û hikumeta Şamê nahêlin alîkarî bigihêjin herêmên erdhejê

Bêrîvan Xalid got alîkariyên Rêveberiya Xweser li deriyên di navbera herêmên wê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û herêmên hikumeta Şamê de hatine sekinandin û her du alî rê nadin ku alîkarî bigihêjin herêmên erdhejê.

Dewleta Tirk û hikumeta Şamê nahêlin alîkarî bigihêjin herêmên erdhejê
9 sibat, 2023   11:12
 NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê gihandina alîkariyan asteng dikin.

Bêrîvanê got: “Alîkariyên ji sotemenî û madeyên din pêk tên, ji bo derbasbûna wan herêman amade ne, lê ne dewleta Tirk ku wan herêmên erdhejê dagir kirine, ne jî hikumeta Şamê destûra derbaskirina alîkariyan nedaye. Em pabendî biryarên xwe yên şandina alîkariyan in, lê ew alî nahêlin alîkarî bên derbaskirin.”

Bêrîvan Xalid da zanîn ku alîkariyên ji bo mexdûrên li herêmên erdhejê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û kontrola hikumeta Şamê de hatine amadekirin li dergehan in, lê gihandina wan tê astengkirin.

TEDBÎRÊN RÊVEBERIYA XWESER JI BO HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Rêveberiya Xweser ji sêşemê de alîkariyên mirovî û sotemenî amade kirine da ku bişîne herêmên erdhejê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, lê ew alîkarî hîna li deriyê Um Cilûd ê di navbera bajarên Minbic û Cerablusê de ne.

TEDBÎRÊN RÊVEBERIYA XWESER ÊN JI BO HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ

Rêveberiya Xweser miqdarek sotemenî (100 tankerên sotemeniyê) şandin herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de. Lê ew jî hîn li benda derbaskirinê ne.

Piştî ku NY`ê diyar kir ku rêyên gihandina alîkariyan bi rêya Tirkiyeyê zirar dîtine, ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji aliyê NY`ê ve, Rêveberiya Xweser bang li NY`ê kir ku deriyê Til Koçer veke û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gihandina alîkariyan ji herêmên erdhejê re bi kar bînin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid got: “Heta niha me ji bo hêsankirina gihandina alîkariyan bi rêya herêmên Rêveberiya Xweser, tu bersiv ji NY`yê negirtin. Em amade ne ji bo gihandina alîkariyan ji herêmên erdhejê re, alîkar bin.”

(cx)

ANHA