Rêveberiya Xweser heta niha 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê wergirtin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa eşkere kir ku wan heta niha 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê yên li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û navçeya Cindirêsê ya Efrînê jiyana xwe ji dest dane, wergirtine.

Rêveberiya Xweser heta niha 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê wergirtin
9 sibat, 2023   11:26
QAMIŞLO

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa ji ajansa me re axivî û ragihand ku wan 51 cenazeyên qurbaniyên erdhejê bi rêya deriyê Ewn Dadat ê di navbera bajarên Minbic û Cerabulsê de wergirtine. Qurbaniyên ku cenazeyên wan hatine wergirtin, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê û navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jiyana xwe ji dest dabûn.

Mistefa da zanîn ku ji wan 51 cenazeyan duh (8`ê Sibatê) 7 cenaze ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî derbasî herêmê bûne. Mistefa diyar kir ku qurbaniyên cenazeyên wan hatine wergirtin ji bajarên Minbic, Kobanê, Reqa û Dêrazorê ne.

Tê payîn ku Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.

(sb/cx)

ANHA