Li Şehbayê mazot û ard diqedin

Piştî pêşwazîkirina hezar û 200 malbatên mexdûrên erdhejê yên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Komîteya Firinan a Şehbayê hilberandina nan zêde kiriye. Madeyên mazot û ard jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê dikin bi dawî bibin.

Li Şehbayê mazot û ard diqedin
Li Şehbayê mazot û ard diqedin
Li Şehbayê mazot û ard diqedin
Li Şehbayê mazot û ard diqedin
9 sibat, 2023   10:35
 ŞEHBA

Di du rojên dawîn de zêdetirî hezar û 200 malbatên ji herêmên erdhejê gihaştina kantona Şehbayê. Koçberên li herêmê, malbatên mexdûr li kampan pêşwazî kirin û alîkariyê didin wan.

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi hevkariya rêveberiyên her pênc kampên li Şehbayê, pêdiviyên sereke ji bo malbatên ku hatine peyda kirin. Dibe ku hejmara wan malbatan di rojên pêş de zêdetir bibe.

Komîteya Firinan a kantona Efrîn û Şehbayê berê rojane 54 hezar torbeyên nan hildiberandin, lê niha ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên xwecihên herêmê û malbatên ji Helebê hatine, hezar torbeyên nan zêde kirin. Bi vî rengî rojane 55 hezar torbeyên nan tên hilberandin.

Li gorî komîteyê, ardê li cem wan tenê têra çend rojan dike. Tê destnîşankirin ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê tu kamyonên ard derbasî herêmê nabin.

Ji bo xebitandina firinan rojane pêwîstî bi zêdetirî 15 bermîl mazot heye, lê belê mazot dike biqede. Di encamê de, ji esilê 7 firinan, 2 firin ji xizmetê derketine û tenê 5 firin kar dikin.

Komîteyê destnîşan kir ku eger di vê hefteyê de mazot û ard neyên peydakirin, dê li herêmê karesat rû bide, nexasim bi zêdebûna hejmara şêniyan re piştî hatina mexdûrên erdhejê ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev 5 sal in hikumeta Şamê dorpêç daniye ser kantona Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Ev dorpêç ji beriya 5 mehan ve girantir bûye û nahêlin ku tu made bên derbaskirin.

(cx)

ANHA