Bi hatina mexdûrên erdhejê re xebatên paqijiyê li Şehbayê zêdetir bûn

Bi hatine şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê re, Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê xebatên xwe yên paqijiyê zêdetir kir.

Bi hatina mexdûrên erdhejê re xebatên paqijiyê li Şehbayê zêdetir bûn
9 sibat, 2023   08:21
ŞEHBA

Piştî erdheja dawîn ku ziyaneke mezin gihand avahiyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, hezar û 200 malbatên ji her du taxan gihiştin kantona Şehbayê.  

Bi zêdebûna hejmara niştecihan re, Şaredariya Gel a Şehbayê xebatên xwe yên paqijiyê li kampan zêdetir kirin.

Şaredariyê ku berê her 48 saetan carekê xebatên paqijiyê li her pênc kampan dikirin, niha rojane karê paqijiyê dike.

Li gel dorpêçê û kêmbûna sotemeniyê ya ji bo xebitandina alavan, xebatkarên paqijiyê yên şaredariyê erka xwe bi cih tînin.

(bb)

ANHA