Koçberên Efrînê pariyê nan bi mexdûrên erdhejê re parve dikin

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê hemû derfetên xwe ji bo muxdûrên erdhejê yên  ji Şêxmeqûsd û Eşrefiyê hatine,  xistine seferberiyê.

Koçberên Efrînê pariyê nan bi mexdûrên erdhejê re parve dikin
9 sibat, 2023   08:02
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê, pêşwaziya şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê  kirin yên ji ber rûdana erdhejeke muhtemel xwe li Şehbayê girtine.

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê bi hevariya komîn û meclisên kampan bêyî ku li benda rêxistî û saziyên alîkardayînê bimînin, alîkarî da şêniyên ji Helebê hatine.

Li gorî daneyên Meclisa Kantonên Şehba û Efrînê, hejmara malbatên ku gihiştine Şehba û navçeya Şêrawayê hezar û 200 malbat derbas kiriye û dibe hejmar zêdetir bibe.

Welatiya bi navê Hemîda Murad a ji Şêxmeqûsdê, ji ber pêşwazîkirin û alîkardayînê, spasiya koçberên Efrînê yên li kampa Serdemê kir.

Hemîda Murad diyar kir ku şêniyên li kampê pêşwaziya xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir mîna ku xizmên wan in û xwarin û nivîn pêşkêşî wan kirin.

Koçberê bi navê Mihemed Xelîl ê li kampa Serdemê dimîne got: "Me pêşwaziya şêniyên xwe yên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir. Li kampê hêmanên herî biçûk ên jiyanê kêm in. Li gorî derfetên xwe me bi hevkariya komîn û meclisan pêwîstiyên wan bi cih anîn bêyî ku em li benda saziyên navneteweyî û têkildar bimînin."

Mihemed Xelîl anî ziman ku dibe hejmar zêde dibe û her kampek 3 malbat an zêdetir dihewîne û wiha domand: "Malbateke di bin konê me de heye, em wê nas nakin, lê dizanin ku ji taxa Şêxmeqsûdê ye. Erka me ya mirovî û exlaqî ye cihekî ji wan re peyda bikin."

Xelîl bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku ambargoya li ser Şehbayê rakin û bihêlin ku alîkariyên mirovî derbas bibin.

Hevserokê Meclisa Kampa Serdemê Hemîd Ebdo anî ziman ku bi însiyatîfa endamên komînan û şêniyan wan pêşwaziya malbatên ku ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin.

Ebdo destnîşan kir ku wan xwarin û madeyên dîtir dan xelkê Şêxmeqûsd û Eşrefiyê  û got: "Em pariya nan dabeş dikin. Ji ber ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser me ferz kiriye, tu alîkarî ji rêxistinên navneteweyî nehatine."

Hevserokê Meclisa Kampa Serdemê Hemîd Ebdo anî ziman ku di kampê de zêdetirî 350 malbatên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene û banga alîkariyê li rêxistinên navneteweyî kir.

(bb)

ANHA