​​​​​​​Windahiyên erdhejên Bakûr û Tirkiyeyê bûn 12 hezar û 873

​​​​​​​Di erdhejên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, derket 12 hezar û 873’yan.

​​​​​​​Windahiyên erdhejên Bakûr û Tirkiyeyê bûn 12 hezar û 873
9 sibat, 2023   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte û Afatan (AFAD) a dewleta Tirk, di erdhejên ku 6’ê Sibatê li Mereş û Dîlokê çêbûn de, heta 9’ê Sibat saet 07.45’an 12 hezar û 873 kesan jiyana xwe ji dest da. Hejmara birîndaran bû 62 hezar û 937.

Li gorî heman daxuyaniyê piştî erdhejên mezin, heta niha hezar û 52 erdhejên biçûn ên şopdar pêk hatine.