Bîlançoya qurbanî û birîndarên erdhejê li Sûriyeyê derket 8 hezar û 190

Li Sûriyeyê Bîlançoya qurbaniyên erdhejan rabû 2 hezar û 998`an û ya birîndaran jî bû 5 hezar û 192.

Bîlançoya qurbanî û birîndarên erdhejê li Sûriyeyê derket 8 hezar û 190
9 sibat, 2023   07:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berbanga duşemê (6`ê Sibatê) li Bakurê Kurdistanê, bakur û navarasta Sûriyeyê bi pileya 7.7 erdhej çêbû. Erdhej li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê û herêma rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin. Heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek dever wêran bûne.

HERÊMÊN KONTROLA HIKUMETA ŞAMÊ

Li gorî daxuyaniya duh a Wezîrê Tenduristiyê yê hikumeta Şamê Dr. Hesen Mihemed El Xebaş, bîlançoya qurbaniyan bû hezar û 262, ya birîndaran jî bû 2 hezar û 285 kes.

Bîlançoya Wezareta Tenduristiyê tenê herêmên kontrola hikumeta Şamê digirin nava xwe.

HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Li gorî bîlançoya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber erdhejê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye, 57 kes jî birîndar bûne.

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Hat ragihandin ku li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî, hezar û 730 kesî jiyana xwe ji dest daye, zêdetirî 2 hezar û 850 kes jî birîndar bûne. Bi sedan malbat hîna di bin enqazan de ne, ji lew re dibe ku bîlnaço girantir bibe.

(cx)