​​​​​​​`Rêgezên karê ragihandinê dema karesatan` navnîşana semînerekê li Qamişlo bû

Yekitiya Ragihandina Azad li avahiya xwe ya Qamişlo semînerek bi navnîşan “Rêgezên karê ragihandinê dema karesatan” ji rojnamevanan re li dar xist û tê de rêgezên şopandin û xebatên rojnamegeriyê di alozî û felaket û karesatan de nîqaş kir.

​​​​​​​`Rêgezên karê ragihandinê dema karesatan` navnîşana semînerekê li Qamişlo bû
8 sibat, 2023   13:58
QAMIŞLO

Di semînerê de ku li avahiya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li dar ketiye, bi dehan rojnamevan û rojnameger beşdar bûn.

Rojnamevan Sînan Cûdî semîner bi rêve bir û behsa encamên erdheja dawîn kir ku li Sûriyê û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rû daye.

Di semînerê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin. A yekê siyasetên rejîma Tirk ên avakirina bajarên ne ewle û bikaranîna karesatn di ajandeyên xwe yên siyasî de bi taybet di hilbijartinên bê de. Şêniyên herêma erdhej lê rû daye, li dijî siyasetên partiya desthilatdar in. Ragihandina rewşa awarte jî, bi milyonan kes ji mafê dengdayînê bê par dihêle.

Der barê helwest û siyasetên navneteweyî û saziyên wê de Cûdî got: “Pergalên navneteweyî di helwesta xwe ya li hember mexdûran de derewker in û ji rejîma Tirk ne cuda ne. Alîkarî û tîmên tenduristiyê dişînin Tirkiyê lê di heman demê de mexdûrên li Sûriyê paşguh dikin.” 

Di beşa duyemîn a semînerê de, rêgezên şopandina aloziyan û karesatan ji aliyê rojnamegerî û ragihandinê ve, hatin nîqaşkirin. Sînan Cûdî di vî warî de got: “Li gel pêvajoya heyî ku tê de pergalên serdest ên cîhanê bi derexlaqî têne wesifandin, gelo çawa ragihandina azad dê rastiyê ragihîne? Dê çawa van erdhejan ji aliyê siyasî û exlaqî ve, binirxîne?”

Cûdî wiha domand: “Divê em rastiyê ragihînin, hevsengiyê di navbera mirovahiya xwe û pîşeya xwe de çêkin. Li gorî rêgezên mirovî û exlaqî kar bikin. ji xwe ji destpêka şoreşê ve di encama dorpêçê de em di nava aloziyan û karesatan de ne. Ji ber wê divê em li gorî hesasiyeta pêvajoya heyî kar bikin ku pêwîst dike zihniyeteke rojnamegerî ya giştî li ser bingeha exlaqan ava bikin.”

(şx)

ANHA