Parêzer Mistefa bang li CPT`ê kir: Rewşa Îmraliyê eşkere bike

Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan, Cibraîl Mistefa diyar kir ku cezayên dîspilînê yên dewleta Tirk a dagirker li Rêber Ocalan dibire, dijberî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên girtiyan in.

Parêzer Mistefa bang li CPT`ê kir: Rewşa Îmraliyê eşkere bike
8 sibat, 2023   23:40
ŞEHBA-GELHAT ANDOK

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan ferz dike û ev nêzî 23 meh in bi tu rengan agahî ji Rêber Ocalan nayên girtin.

Dewleta Tirk li ser hev cezayên dîspilînê li Rêber Ocalan dibire û wekî bihaneyek qanûnî ji bo rewakirina siyaseta xwe ya dijberî tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi kar tîne.

Têkildarî mijarê, parêzer û endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan, Cibraîl Mistefa ji ajansa me re axivî. Mistefa diyar kir ku cezayên dîspilînê têgehek siyasî ye, dewleta Tirk wê li dijî Rêber Ocalan bi kar tîne û got: “Her kes dizane ku dadgeha Tirkiyeyê ne serbixwe ye û di xizmeta berjewendiyên hikumeta Erdogan de ye. Li ser vê esasî qanûn tên danîn û ferzkirin.”

Mistefa destnîşan kir ku qanûnên dewleta Tirk a dagirker ne rewa ne û wiha dom kir: “Di asta cîhanê de, girtiyên normal dikarin parêzer û malbatên xwe bibînin û bi cîhana derve re bikevin peywendiyê. Hin mafên wan ên din jî hene. Rêber Ocalan girtiyekî siyasî ye, divê mafên wî zêdetir bin. Lê belê dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser ferz dike, wî ji mafên sereke yên li gorî qanûnên navneteweyî bêpar dihêle û hevdîtina bi parêzer û malbatê re lê qedexe kiriye. Rêxistinên navneteweyî û hiqûqî jî li hember vê rewşê bêdeng in.”

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkneceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera rojên 20 û 29`ê Îlona borî de, serdana Tirkiyeyê kir. Lê belê têkildarî rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan tu agahî parve nekirin. Mistefa ew yek wekî binpêkirina mafên rêbertî û tevahî gelê Kurd bi nav kir.

Mistefa bang li gelê Kurd, dostên wî û demokrasîxwazan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwepêşandanên aştiyane li seranserê cîhanê bidomînin. Mistefa bang li CPT`ê kir ku şandeyekê ava bike, tavilê biçe Îmraliyê û rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bike.

Her wiha bang li NY`ê kir ku li hember mafê diyarkirina çarenûsê yê gelê Kurdistanê, bi rola xwe rabe.

Mistefa anî ziman ku Rêber Ocalan îradeya zêdetirî 50 milyon Kurd temsîl dike û got: “Ji lew re divê hevdîtin bên kirin. Ji erka NY`ê ye ku aramî û îstiqrarê pêk bîne. Eger Kurd mafên xwe yên rewa bi dest nexin, ev yek pêk nayê.”

(cx)

ANHA