Heyva Sor a Kurd konên din ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye re peyda kirin

Piştî ku alîkariyên mirovî wek kon, bataniyên ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve hatine pêşkêşkirin, gihaştin taxê, Meclisa Giştî ya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê bi hevkariya welatiyan kon li qadên vala û dûrî avahiyan vedan.

Heyva Sor a Kurd konên din ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye re peyda kirin
Heyva Sor a Kurd konên din ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye re peyda kirin
Heyva Sor a Kurd konên din ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye re peyda kirin
Heyva Sor a Kurd konên din ji şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye re peyda kirin
8 sibat, 2023   16:14
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Vê sibê kamyonek alîkariyên mirovî ya Heyva Sor a Kurd gihaşt taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye. Di kamyonê de kon û batanî hene. Ji bo parastina şêniyan wê kon li qadên vala û ewle bêne vedan.

 Heta niha 9 kon li gundê Pino yê bakurê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hatine vedan ji bo ku şênî xwe ji sermê biparêzin li şûna ku bê stargeh bimînin.

Endamê Heyva Sor a Kurd Reşîd Şewqî ji ajansa me re got: “Piştî erdhejê, li her du taxan 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Me berpirsyariya peydakirina stargehan ji bo şêniyan girte ser xwe.”

Şewqî wiha domand: “Em kon li cihên ewle dûrî avahiyên bi hilweşînê re rû bi rû mane vedidin. Ji bo ku qurbaniyên din çênebin.”

Şewqî destnîşan kir ku di encama kiryarên hikumeta Şamê de alîkarî dereng gihaşt her du taxan û wiha pê de çû: “Zêdetirî 12 saet, dema rêya di navbera Qamişlo û Helebê de ye. Ji ber ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê astengî li pêşiya derbaskirina van alîkariyan danîn.”

Şewqî bang li aliyên têkildar û rêxistinên mafên mirovan kir ku alîkariyan bişînin ji şêniyan re ji ber ku metirsî li ser her du taxan hene û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê aliyên têkildar, berpirsiyariyên xwe bînin cih û alîkariya me bikin ji bo ku em pêdiviyên şêniyan peyda bikin. Em dê alîkariyên dîtir pêşkêş bikin.”

Welatiyekî ku bi dildarî kar dikir ê bi navê Mistefa El Derwîş got: “Heyva Sor a Kurd alîkarî ji me re pêşkêş kir. Ji me re kon û batanî anîn. Em jî dê alîkariya wan bikin ji bo ku konan hazir bikin. Ji bo ku yên bê mal, xwe bispêrin wan konan û li kolanan nemînin.”

(şx)

ANHA