​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike

Şaredariya Gel a Minbicê bênavber li gorî rewşa awarte ya piştî erdhejê hatiye ragihandin, kar dike, rêyên girtî vedike, kavilan radike û avahiyên ku zirar dîtine keşf dike, beşên malan û avahiyên qelişîne hildiweşîne da ku zirarên dîtir çênebin.

​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
​​​​​​​Şaredariya Gel a Minbicê rêyên girtî vedike û kavilan radike
8 sibat, 2023   16:49
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Di encama erdheja li herêmê çêbûye de, dîwarên gelek avahiyan qelişîn. Ji ber wê û ji silametiya şêniyan, Şaredariya Gel bi koordîneya Yekitiya Endezyaran û aliyên têkildar, avahiyên ku zirar dîtine û bi hilweşînê re rû bi rû mane, keşf kirin. Beşên qelişîne jî, hilweşandin.

Têkildarî mijarê endamê Rêveberiya Geraca Şaredariya Gel Ezîz Hiso got: “Ji saetên destpêkê yên erdhejê ve me rewşa awarte ragihand. Bi koordîne û hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Heyva Sor a Kurd em di nava kolanan de geriyan, kavil rakirin û rêyên girtî vekirin. Avahiyên ku zirar dîtine keşf dikin.”

Hiso wiha domand: “Yekitiya Endezyaran û aliyên têkildarî li ser avahiyan û malên qelişîne geriyan. Agahî didin me em jî yekser li ser mijarê disekinin û malên pir qelişîne hildiweşînin, ji bo qurbaniyên din çênebin.”

Hiso ev li gotinên xwe zêde kir: “Şênî bi me re hevkar in. Em ji hemûyan hêvî dikin ku heke avahiyeke qelişiye bibînin agahî bidin Yekitiya Endezyaran û Geraca Şaredariyê ji bo ku tîmên pirspor bişînin wir û tedbîrên pêwîst bigirin.”

Şaredariya Gel û Yekitiya Endezyaran hîna li ser avahî û malan digerin da ku keşf bikin û yên qelişîne, sererast bikin.

(şx)

ANHA