Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn

Hemwextî salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê du civînên cuda li dar ketin.

Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn
Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn
Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn
Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn
Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn
Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn
Li Zirgan û Til Temirê têkildarî komployê 2 civîn
8 sibat, 2023   15:13
 HESEKÊ

Civîna yekemîn li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji aliyê meclisa navçeyê ve li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate lidarxistin.

Di civînê de, bi dehan şêniyên navçeyê, beşdar bûn. Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeyê Mihemed Seîd El Ehmed semîner bi rêve bir. El Ehmed behsa têgîna komployê kir û destnîşan kir ku ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd meha Sibatê, meha êş û birînan e, ji ber wê bi Meha Reş tê naskirin.

El Ehmed bang li gelên Rojhilata Navîn kir ku serî hildin da ku Komploya Navneteweyî têk bibin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Civîna duyemîn jî li navçeya Zirgan a kantona Hesekê ji aliyê meclisa navçeyê ve bi koordîneya Kongra Star li gundê El Cedîde yê navçeyê hate lidarxistin.

Endamên saziyên sivîl ên navçeyê tev li civînê bûn.

Di civînê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan. Paşê endamê PYD`ê şaxê navçeyê, Ebdurehman Mihemed axivî û got: “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî me hemûyan e. Ji ber ku Rêber Ocalan ji bo azadiya hemû gelên bindest tê koşiya.”

Di dawiya civînê de beşdaran, “Bijî berxwedana Serok” û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

(şx)

ANHA