​​​​​​​Tîmên xilaskirinê yên dewleta Tirk şêniyên resen ji bin kavilan xilas nakin

Çavkaniyekî taybet ji navçeya Cindirêsê ragihand ku tîmên xilaskirinê yên dewleta Tirk a dagirker tenê malbatên çeteyan ji bin kavilan xilas dikin û şêniyên resen paşguh dikin. Her wiha eşkere kir ku çeteyên Ehrar El Şerqiye karwanekî alîkariyan dizî ku diçû navçeya Cindirêsê.

​​​​​​​Tîmên xilaskirinê yên dewleta Tirk şêniyên resen ji bin kavilan xilas nakin
8 sibat, 2023   14:46
ŞEHBA

Tîmên xilaskirinê yên dewleta Tirk a dagirker malbatên çeteyan li navçeya Cindirêsê ji bin kavilan xilas dikin.

Di heman demê de xilaskirina şêniyên resen ên navçeya Cindirêsê paşguh dikin û nahêlin şênî nêzî avahiyên wêrankirî bibin.

Her wiha çeteyên Ehrar El Şerqiye duh êvarê karwanekî alîkariyan dizî ku diçû navçeya Cindirêsê.

Nexweşxaneyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, dermankirina şêniyên resen ên herêmê paşquh dikin ku di encama erdhejê de birîndar bûne.

(şx)

ANHA