Li Şêxmeqsûdê cenazeyê qurbaniyekî erdhejê hate veşartin

Endamên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û saziyên sivîl cenazeyê welatiyê bi navê Xalid Hemo li goristana gundê Pino oxir kir ku di encama erdhejê de birîndar bûbûn û piştre jiyana xwe ji dest da.

Li Şêxmeqsûdê cenazeyê qurbaniyekî erdhejê hate veşartin
8 sibat, 2023   14:13
HELEB

Di encama erdhejê de ku bandor li gelek herêmên Sûriyê kiriye, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de welatiyê bi navê Xalid Hemo hebû ku destpêkê birîndar bûbû.

Hemo ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da û îro li goristana gundê Pino yê bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi merasîmekê bi beşdariya malbat û xizmên wî, endamên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî hate oxirkirin.

Duh êvarê cenazeyên 4 welatiyên ku di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn; Sandra Îbo (11), Norhan Yusif (13), Rewan Îbrahîm (16) û Xelîl HIsên Hemo (40), li heman goristanê hatibûn veşartin.

Lê cenazeyê pitikek nenas heta niha nehatiya veşartin.

(şx)

ANHA