​​​​​​​Serlêdana 'Bila Rêber Ocalan û girtiyên din têkildarî erdhejê bi malbatên xwe hevdîtinê bikin'

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî ji ber erdhejê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê da. 

​​​​​​​Serlêdana 'Bila Rêber Ocalan û girtiyên din têkildarî erdhejê bi malbatên xwe hevdîtinê bikin'
8 sibat, 2023   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN  

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku 24 sal in tê tecrîdkirin û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin, serlêdanek nû kirin.

Parêzeran ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din têkildarî erdhejê agahî ji malbatên xwe bigirin duh û îro (7-8’ê sibatê) serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê dan. 

Di daxuyaniya ji aliye Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hat dayîn hat diyarkirin ku miwekîlên wan xeber ji malbatên xwe negirtine, lewma serlêdan hatiye kirin wiha hat gotin: “Ji ber erdhejê mexdûriyet çêbûye. Malbatên miwekîlên me li herêmên erdhejê dijîn. Me wek Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê da. Bi tu awayî agahî ji miwekîlên me nayê girtin. Hem ji bo agahî ji miwekîlên me nayê girtin û miwekîlên me jî bi tu awayî agahî ji malbatên xwe nagirin ev serlêdan ji bo daxwaza hevdîtinê hatiye kirin.”