​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hevalên xwe yên DAIŞ`î ji girtîgeheke Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li beramber pereyan komeke çeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgeheke asê de girtî ne, revandin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hevalên xwe yên DAIŞ`î ji girtîgeheke Efrînê revandin
7 sibat, 2023   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, derdora 20 çeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Reco ya Efrîna dagirkirî, bi hevkariya berpirsên girtîgehê hatin revandin.

SOHR`ê diyar kir ku yên ji girtîgeha Recoyê bi qaçaxî hatine revandin, tenê çeteyên DAIŞ`ê ne û bi hevkariya rasterast a berpirsên girtîgehê hatine revandin. Li beramber revandina her çeteyekî hezar heta 3 hezar dolar birin. Hin jî heta 10 hezar dolar dan ji bo ku birevin.

Di girtîgehê de bi dehan welatiyên Efrîna dagirkirî hene ku hatine revandin.

Girtîgeh li nêzî sînorên Tirkiyê-Sûriyê ye. Li navçeya Recoyê jî, hêzên ewlehiyêbi hejmareke zêde belav in. Beyî hevkariya berpirsên girtîgehê, kes nikare ji girtîgehê bireve.

Dibe ku dewleta Tirk a dagirker çend çeteyên DAIŞ`ê girtibin lê serçeteyên DAIŞ`ê bi rihetî di nava herêmên Sûriyê de digerin.

Serçeteyê DAIŞ`ê yê berê Ebû Îbrahîm El Qerşî Sibata 2022`yan di êrişa balafireke Amerîkayê de li dijî Idlibê hate kuştin. Beriya wê jî serçeteyê bi navê Ebû Bekir El Bexdadî jî Cotmeha 2019`an li Idlibê hate kuştin.

(şx)