Hejmara qurbaniyên erdhejê li Bakur 3 hezar û 500 derbas kir

Hejmara qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê gihaşt 3 hezar û 549’an. Her wiha 22 hezar û 168 kes birîndar bûne. Metirsî heye ku ev hejmar zêdetir bibin.

Hejmara qurbaniyên erdhejê li Bakur 3 hezar û 500 derbas kir
7 sibat, 2023   12:19
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li navçeya Bazarcix a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi pileya 7.7 pêk hat û dûre jî bi pileya 7.6 erdhejeke din qewimî. Erdhej li bajarên derdorê jî bû sedema hilweşîna gelek avahiyan û bandor li deverên bakurê rojhilatê Sûriyeyê, namaze Efrîn, Şehba û Idlib û Laziqiyeyê jî kir.

Li gorî daxuyaniya dawîn a rayedarên dewleta Tirk, heta niha herî kêm 3 hezar û 549 kesî di erdhejê de jiyana xwe ji dest daye, her wiha 22 hezar û 168 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên, heta niha dewleta Tirk di aliyê alîkariyê de gelekî kêm maye û hê jî rayedaran xwe negihandiye gelek navçe û gundewarên li herêma derdhejê.

Ji ber sermayê û barîna berf û baranê jî metirsî hene ku hejmara qurbaniyên erdhejê zêdetir bibe.

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan jî got li herêma erdhejê rewşa awarte ragihandine û dê heta 3 mehan dewam bike. Rewşa awarte, tevî Mereş, Dîlok û Îskenderûnê, dê li 10 bajaran pêk were.

ANHA