Li Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê dest pê kir

Li Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejên li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê dest pê kir. Qeymeqamê Silêmaniyê banga tevlêbûnê kir.

Li Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê dest pê kir
7 sibat, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo alîkariya mexdûrên erdheja li Tirkiye, Sûriye û Îranê, îro li Silêmaniyê kampanyaya komkirina alîkariyê dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Silêmanî ji bo vê kampanyayê pêşengiyê dike û em êşa wan parve dikin. Bang li welatî û sermayedaran dikin da ku tev li vê kampanyayê bibin û bi wê alîkariya xwe êşa mexdûrên erdhejê kêm bikîn.”

Alîkarî li avahiya Mûzexaneya Nîştimanî ya Emnesurek ya Silêmaniyê tê komkirin.