WHO: Dibe ku hejmara windahiyên erdhejê 8 qat zêde bibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku dibe hejmara kesên di erdhejên li  Bakurê Kurdistanê pêk hat de jiyana xwe ji dest dane 8 qat zêde bibe.

WHO: Dibe ku hejmara windahiyên erdhejê 8 qat zêde bibe
7 sibat, 2023   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedara Payebilind a WHO ya Berpirsa Ewropayê Catherine Smallwood derbarê erdhejên li Mereş û Dîlokê pêk hatin û li erdîgariyek mezin rê li ber hilweşîn û windahiyên canî vekir de, nirxandin kirin.

Catherina Smallwood got: “Mixabin em di erdhejan de hertim heman tiştî dibînin. Dibe ku di dema pêş de hejmara mîrî an jî birîndaran hîn zêdetir bibe. Dibe hejmara mirî û birîndaran 8 qat zêde bibe.”

Catherina Smallwood diyar kir ku şert û mercên nebaş ên hewayê metirsiya li herêmê girantir dikin.