​​​​​​​Desteya Tenduristiyê bîlançoya nû ya qurbaniyên erdhejê parve kir

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber erdheja vê berbangê rû daye, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 57 kes jî birîndar bûne.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê bîlançoya nû ya qurbaniyên erdhejê parve kir
6 sibat, 2023   20:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji malpera fermi ya Rêveberiya Xweser re axivî û bîlançoya nû ya şehîd û birîndarên erdheja ku vê berbangê rû daye, eşkere kir.

Li gorî Dr. Ciwan Mistefa, bîlanço wiha ye: “Li Şêxmeqsûd a Helebê 6 kes şehîd bûn, 44 kes jî birîndar bûn. Li Şehbayê 7 kes, li Kobanê 4 û li Minbicê jî 2 kes birîndar bûn.”

Mistefa diyar kir ku hemû nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ne hemû rewşên awarte yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji derveyî wê pêşwazî bikin.

Bîlançoya destpêkê ya qurbaniyên erdhejê ku Desteya Tenduristiyê ragihandibû, 6 şehîd û 44 birîndar bûn.

(cx)