Li Bakûr û Tirkiyeyê 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, derket 2 hezar û 921’an.

Li Bakûr û Tirkiyeyê 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest da
7 sibat, 2023   05:57
NAVENDA NÛÇEYA

Bîlançoya erdhejên ku duh li Meşer û Dîlokê çêbûn û bandor li bajarên Meletî, Osmaniye, Amed, Riha, Kilîs û Semsur ên Bakûrê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Osmaniye yên Tirkiyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek bajarên Sûriyeyê kir, her diçe giran dibe.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte û Afatan (AFAD) a Tirkiyeyê, hejmara kesên ku heta niha li bajarên Bakûr û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane, derket 2 hezar û 921’an; 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûn.