Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê

Piştî ku Meclisa Kantona Efrînê û Şehbayê ragihand ku ew amade ne mexdûrên erdhejê pêşwazî bikin, nêzî hezar malbatên ji koçberên Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi cih bûne û şêniyên bajarê Helebê, gihaştin gund û kampên kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê.

Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê
Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê
Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê
Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê
Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê
Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê
Hezar malbat ji Helebê gihaştin Şehbayê
7 sibat, 2023   10:17
ŞEHBA

Ji duh êvarê de û heta vê sibehê, nêzî hezar malbat gihaştin kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî. Hatina mexdûrên erdhejê ber bi cihên navborî ve didome, ji lew re dibe ku hejmara malbatan zêdetir bibe.

Nûçegihanê me li gorî rêveberiyên Meclisa Kantona Efrîn û ya Şehbayê ragihand ku wek bîlançoyeke destpêkê, heta vê sibehê nêzî hezar malbat gihaştine gund û kampên li kantona Şehbayê û gundên Şêrawayê.

Li gorî meclisê, malbat li van deveran hatine belavkirin: Kampa Berxwedan, Kampa Serdem, gundê Aqîbê, gundê Ziyaretê, gundê Bênê, gundê Xirêbkê, Kiştear, Meyasê, Başemrê û Birc Qas.

(cx)

ANHA