​​​​​​​KCK: Di asta herî bilind de piştevaniyê bikin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê banga alîkariyê kir û diyar kir ku "Roj ew roj e ku di asta herî bilind de piştevanî bê kirin. Bêyî ku ji rejîma faşîst hêvî bikin, em piştevaniya civakî xurt bikin."

​​​​​​​KCK: Di asta herî bilind de piştevaniyê bikin
7 sibat, 2023   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê têkildarî erdheja li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Sibeta 6'ê Sibatê, li Kurdistanê mirovahî bi erdhejeke li gorî daneyên fermî bi dijwariya 7.8 pileyî hejiya. Bi sedan avahî hilweşiyan, bi hezaran mirov di binê xirbeyan de man. Ji ber zor û zehmetiyên di karê rizgarkirinê de, her wiha ji ber nêzîkatiyên kêfî yên dewletê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan, zêde bû. Lewma bi karên rakirina enqazê re hejmara miriyan zêde dibe. Destpêkê bila rehma Xwedê li qurbaniyan be, em şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin, hêvî dikin ku yên di binê xirbeyan de mane tavilê bêne rizgarkirin, ji xizmên wan re û gelê me re sersaxiyê dixwazin.

Erdhej ji ber ku ew bûyer in li derveyî îradeya me diqewime, wek 'karesata xwezayî' tê pênasekirin. Lê belê hilweşîna tiştên bi destê mirovan hatine avakirin, tu carî afet nîn e. Ji ber ku bajar bi destê mirovan, ji bo pêşkêşî xizmeta sermayeyê bê kirin weke qadên ji keda erzan hatine avakirin. Yanî bajar hemû berhema mirvoan e û encama îradeya mirovan e. Lewma hilweşîna bajêr a ji aliyê erdhejê ve rewşa ku mîna komkujiyê xuya dike, hemû encama mirovan e, sûcê mirovahiyê ye.

‘DEWLET BERPIRSA KOMKUJIYÊ YE’

Dewletên ku li ser xetên fayê avahiyên qewîn ên li hemberî erdhejê çênakin, berpirsyarê yekser û sereke yên vê hilweşîn û komkujiyê ne. Ji ber ku ew pêvajoya avakirina bajêr weke rantê dibînin û beriya ewlehiya avaî û jiyanê rantê didin pêş.

Rêveberiya faşîst a AKP'ê di desthilata xwe ya 20 salan de her qada jiyanê ya welêt xera kir, veguheran cihekî ji betonê û hebûna xwe jî spart vê rantê. Lewma ji encama hliweşîner û komkujiya ji ber erdhejê ya li Kurdistanê û Tirkiyeyê, rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst ku rejîmeke qirker mêtinger e û serkêşê wê Recep Tayyîp Erdogan di asta sereke de berpirsyar û sûcdar in.

'FONÊN AFETÊ LI ŞERÊ QIRKIRINÊ XERC KIRIN'

Bi agahiyên li ser erdhejê re dibe ku Erdogan ê faşîst li qesra xwe gotibe 'Ev jî xêra Xwedê ye'. Ji ber ku Erdogan ê faşîst û derdora wî ya diz bêyî ku xwe bigihînin cihê erdhejê, erdhej weke 'Afet a nifşê 4'emîn' ragihandin. Yanî banga alîkariya madî ya navneteweyî kirin.

Ji ber ku 'fona afetê' ya di xezîneya dewletê de kom kiribû di şerê qirkirin û mêtingeriyê yê li dijî gelê Kurdistanê bi kar anî, erdhejê ji bo aboriya xwe ya têkçûyî weke 'Xêra Xwedê' pênase dikin û destpê kirin ku li ser cesedên mirovan fona erdhejê çêkin.

'JI REJÎMA FAŞÎST HÊVÎ NEKIN, PIŞTEVANIYA CIVAKÎ XURT BIKIN'

Di serî de tevgerên ekolojik, rêxistinên civakî yên sivîl divê vê rastiyê bibînin, li gorî wê tev bigerin, dermanê êş û birîna xwe jî bi piştevaniya civakî pêk bînin, bêyî ku ji rejîma faşîst qirker hêvî bikin. Em bang li gelên xwe dikin, bang li mirovên xwe dikin ku bi hawara banga alîkariyê ve bigihêjin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Roj roja mezinbûna bi hev re ye, ew roj e ku piştevanî di asta herî bilind de bê kirin. Bi vî rengî em li her qadê bikevin nava liv û tevgerê."