Rêveberiya Xweser a Efrînê: Ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê divê rê bên vekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê bang li rêxistinên mirovî kir ku erkên xwe bînin cih, rêyan vekin, ambargoya li ser herêmê red bikin û alîkariyê bidin mexdûrên ku berê xwe dane kantona Şehbayê.

Rêveberiya Xweser a Efrînê: Ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê divê rê bên vekirin
7 sibat, 2023   10:48
ŞEHBA

Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê li qada sereke ya Kampa Serdem a li navçeya Ehdasê kom bûn. Li wir cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd axivî û sersaxî da malbatên qurbaniyên erdhejê û ji birîndaran re jî şîfa xwest.

Reşîd anî ziman ku şêniyên herêma Efrînê jî para xwe karesatê girt û li Şehbayê 10 kes birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan giran e û rakirine bajarê Helebê. Reşîd diyar kir ku li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê yên Helebê jî hejmara qurbaniyan zêdetir e.

Reşîd destnîşan kir ku siyaseta dorpêçê azarên şêniyan di vê karesatê de duqat dike ku peydakirina madeyên pêwîst wekî mazot, derman û madeyên din ên sereke zehmettir dibe.

Reşîd got: “Duh bi hezaran şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd û herêmên din ên ji ber erdhejê zirar dîtine, berê xwe da kampên kantona Şehbayê. Wek Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê, ruxmî dorpêça li ser me hatiye danîn jî me bi derfetên xwe yên kêm madeyên xwarinê ji wan re peyda kirin.”

Reşîf bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe rabin, rêyan vekin, dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê red bikin, destê alîkariyê dirêjî mexdûrên erdhejê û kesên hatine Şehbayê bikin û got: “Wekî sûriyeyî, divê ji bo derbaskirina vê karesatê em destê xwe bidin hev.”

(cx)

ANHA